2011/08/16

Malèna (2000)

Șêwaz: Drama, Komedî, Romantîk
Dem: 109 deqîqe
Derhêner: Giuseppe Tornatore
Nivîskar: Giuseppe Tornatore
Ekterên Filmî: Monica Bellucci, Giuseppe Sulfaro û Luciano Federico
Pûan li malpera IMDB: 7.4/10

Çîroka filmî

Çîrok di sala 1940ê û beşdariya Îtalya di şerê cîhaniya duyem de dest pê dike. Malèna jineke ji bajarê Sîcîlya yê û merê wê Nino çûye di nav şerî de û Malèna bi hîzar hîviyan çaverêya mêrê xwe di mîne da ku şer bi dawî bihê û Nino vegere.

Danasîna filmî

Malèna fîlmeke Drama û romantîke ku di sala 2000ê de ji hêla derhênerê Îtaly Giuseppe Tornatore û li gor çîroka Luciano Vincenzoni ve hatiye çêkirin. Monica Bellucci lîstîkvana serekî di vî filmî de ye. Her weha Malèna li girava Sîcîlyayê hatiye wêne kirin. Beşeka gelekî giring di filmî de pêwendiya seksiya Malènayê wêne dike. Nêzîkî 17 xolek ji kopiya filmî ku di Amerîkayê de hatiye nîşandan, ji ber sehneyên rût pêşkontrol (sansur) hate kirin.

Li ser derhênerî

Giuseppe Tornatore di sala 1956ê li girava herî mezina li Îtalyayê bi navê Sîcîlya ji dayk bu. Ew yek ji derhênerên biserketî di sînemaya Îtalya ye. Giuseppe Tornatore berî niha filmên (Cinema Paradiso 1988),(Una pura formalità 1994) û (Pianisten 1998)ê li berhemên xwe da hene. Stîla Tornatore di çêkirina filman de taybete û babetên li ser evînî, berjewendî , heweskarî û hevalînî di karên wî de eşkere ye. Babetên din ku di karê Tornatore de diyare lêvegerîn (Flashback) di filmên wî de ye û bîner dê pêhese ku çîrok ji alîyê qehremanê filmî dihê gotin.

Xelat

Malèna di sala 2001ê de namzed bûbû bo wergirtina xelata oscar bo baştirîn muzîka filmî û baştirîn wêne.
Her weha namzed bbûbû bo wergirtina xelata baştirîn filmê biyanî. Namzedî bo beşê festîvala navneteweyîya filmê Berlinê. Namzedî bo wergirtina xelata Golden Globes bo baştirîn muzîka filmî û baştirîn filmê biyanî.
Wergirtina xelata sendîka rojnamevanên sînemaya Îtalya ji bo baştirîn muzîka filmî.

Hûrgilî


Welat: Îtalya, Emerîka
Ziman: Îngilîzî, Îtalî, Sîcîlî
Dema weşandinê: 27-ê October 2000-ê
Cîyê film girtin: Messina, Sîcîlya, Îtalya

No comments:

Post a Comment